Terora serneketî ya Donald Trump di dema axaftinê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i349519-terora_serneketî_ya_donald_trump_di_dema_axaftinê_da
Serokkomarê berê yê Amerîkayê di dewama axaftina xwe ya ji bo hilbijartinê li Eyaleta Pensîlvanyayê kete ber êrîşê.
(last modified 2024-07-14T08:57:18+00:00 )
Tîrmeh 14, 2024 10:45 Asia/Tehran
  • Terora serneketî ya Donald Trump di dema axaftinê da

Serokkomarê berê yê Amerîkayê di dewama axaftina xwe ya ji bo hilbijartinê li Eyaleta Pensîlvanyayê kete ber êrîşê.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Roja Şemiyê di dema axaftina Donald Trump Serokkomarê berê yê Amerîkayê li Eyaleta Pensîlvanyayê êrîşkerekî gulle reşande ser wî û gulle li guhê rastê yê Trump ket.

Kanala CNN'ê ragihand ku êrîşkar hatiye kuştin.

Servîsa Nihênî ya Ewlehiyê ya Amerîkayê ragihand, êrîşkar ji cihekî bilind li derveyî cihê kombûna alîgirên Trump çend gulle reşandine ser wî û hêzên vê servîsê ev kes kuştine.