Tîrmeh 01, 2024 07:53 Asia/Tehran
  • Raporterê NY: Smutriç berpirsê sereke yê jînosayda filistîniyan e

Raporterê NY li karûbarên Filistînê got: Bezalel Smutriç, wezîrê darayî yê tundrew yê Rejîma Siyonîst berpirsê sereke yê jînosayda filistîniyan e.

Françeska Albanîz  li ser tora civakî  ya X-ê (Twitera berê) nivîsî: Tevî zexta zêde ya siyasî ser Dîwana Navneteweyî ya Cezayê , bi rastî ez fêm nakim çima Dozgerê dîwanê heta niha biryara girtinê ji bo vî mêrikî dernexistiye.kesê ku berpir û xîmdanerê sereke yê siyasetên jînosaydê  yên Îsraîlê li dijî filistîniyan tê hesabê.

Medya siyonîst ragihand ku kabîneya ewlehiyê ya Rejîma Îsraîlê roja pêncşemiyêpêşniyarên Bezalel Smotriç, wezîrê darayî yê vê rejîmê, li dijî bi fermînaskirina  dewleta Filistînê, cezakirina karbidestên teşkîlata xwerêveberiya Filistînê û her wiha  rewakirina  i pênc navendên çêkirin abajarokan li Rexê Rojava qebûl kiriye.

Li gorî gotina  çavkaniyên siyonîstan piştî şikata li dijî Rêjîma Siyonîst li Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya Laheyê û îhtimala  dayîna biryara girtina Binyamîn Netanyahû û Yoaf Galant wezîrê cengê yê Îsraîlê boykotên  li dijî teşkîlata xwerêveberiyê dê bên sepandin.

Serepeyv