Hezîran 15, 2024 08:13 Asia/Tehran
  • Cîgirê Rêveberê Rêkxistina Bernameya Xwarinê ya Cîhanî: Rewşa niha ya filistîniyan pir xerab e

 Carl Skau, alîkarê birêveberê rêxistina bernameya cîhanî ya xwarinê ya NY got: Rewşa niha ya filistîniyan xirab e û ez bi zelalî dikarim bêjim ku gelê Filistînê niha daxwaza rawestandina şer dike.

Alîkarê Rêveberê Cîbicîkar ê Bernameya Cîhanî ya Xwarinê ya NY bal kişande ser sefera xwe ya vê dawiyê bo zîvala Xezeyê û got: Di vê seferê de ez şahidê wêraniyên berfireh bûm û hesta westandin û westiyan û acizbûna gelê Filistînê baş fêm kirim.

Skao bal kişand  ser wê yekê ku  ji bo pêşî li mirina sivîlan a ji ber kêmxwarinê were girtin, ne tenê pêwîstiya me bi belavkirina xwarinê di nav wan de heye, divê gihandina avê û xizmetguzariyên tenduristiyê jî ji wan re bê dayîn û got.

 

 

Dabînkirina ava saxlem û dabînkirina şert û mercên baş ên tenduristiyê ji bo Filistîniyan du hewcedariyên giring û bingehîn yên gelê Xezeyê ne ji bo berdewamiya jiyanê ne. Wî teqez kir ku rwşa  niha ya filistîniyan ji ber nebûna  xwarean bi qasê pêwîst diltezîn  û ev mijara dervey asta xebata saziya me ye. Wî her wiha got:

 Gelê Filistînê niha daxwaza rawestandina şer dike, ji ber ku ew êdî hatien zinharê.

 

Serepeyv