70 rêxistinên hiqûqî daxwaza ragihandina xelayê li Zîvala Xezzê kirin
Bi dehan rêxistin û saziyên hiqûqî roja Yekşemiyê di daxuyaniyekî hevpar da daxwaza ragihandina fermî ya xelayê li Zîvala Xezzê kirin.
Van rêxistinên qanûnî herwiha ragihandin: Kêmbûna ewlehiya xwarinê li seranserê Zîvala Xezzê ji ber pêkutiya Israîlê li ser cinayetanê û bikaranîna birçîbûnê wekî çekek ji bo qirkirina filistîniyan, berferehtir dibe. Li gor vê daxûyaniyê, bi destpêkirina êrişa bejayî ya Rejîma Siyonîstî ser Refehê li başûrê Zîvala Xezzê, asta ewlehiya xwarinê kêm bûye, bi taybet ku ji rojekê beriya niha ve ketina kamyonên alîkariyên mirovî bo zîvala Xezzê hatiye rawestandin.
Ev rêkxistinên mafên mirovan li ser pêwîstiya neçarkirina Rejîma Siyonîst ji bo cîbicîkirina tedbîrên ku ji aliyê Dîwana Navnetewî ya Lahê ve hatine ragihandin û neçarkiirna wê ji bo vekirina derbasgeha Refehê li ser sînorê Filistînê ligel Misrê û giheştina demildest û berfireh ya alîkariyan bo Zîvala Xezzê pêgîrî kirin.
Van saziyan ragihandin ku zêdetirî 800,000 niştecih û awareyên Refehê neçar mane ku ji Refehê derkevin û ber bi rojavayê Xan Yûnes û Dêir ElBelahê ve biçin û wan tenê hinek ji pêdiviyên jiyanê bi xwe re birin û piraniya xwerinên xwe cî da hiştine. 100,000 kesên din jî ji Cibalîya û Beyt Lahiyayê ber bi rojavayê bajarê Xezzê ve koçber bûne.