Piştgirên Filistînê: Siyonîst hemû terorîst in
Wek dewama piştgîriyên gelanî li navçeyên curbicur ên cîhanê ji Xezzê, bi sedan kes ji xelkê Swêd û Avûstraliyayê daketin kolanan.
Bi hezaran kes ji xelkê Avûstraliyayê bi daketina li kolanên bajarê Mêlbornê, cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê şermezar kirin. Di vê kombûn û xwenîşandanê da xwenîşanderan bi awayeka hevdeng dirûşma Hemû siyonîst terorîst in, qêriyan.
Bi sedan kes ji xelkê Swêdê jî daketin kolanên bajarê Stokholmê û ji bilî piştgîriya ji xelkê Filistînê li Xezzê û şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst, daxwaza sekinandina demlidest a şerrê li Xezzê kirin.
Di eynî demê da zêde ji 3000 çalakvanên piştgirê Filistînê ji gişt cîhanê bona beşdariya li Civîna Gelanî ya ji bo Filistînê li Dîtroyt, bajarê herî mezin ê eyaleta Mîşîgan a Amerîkayê kom bûn. Di vê kombûnê da ku ji 24 heta 26`ê Gulanê pêk hat ji bilî ragihandina hevgirtîbûna bi xelkê Filistînê re, daxwaza bidawîhatina jînosaydê, rabûna dorpêça Zîvala Xezzê û birrîna şandina alîkariyên Amerîkayê bo Rejîma Siyonîst hat kirin.