May 24, 2024 10:22 Asia/Tehran
  • Merasima dîrokî ya oxirkirina şehîdên xizmetguzariyê manşeta medyaya cîhanê

Mêdyayên navneteweyî bi awayekî taybet amadebûna xelkê Îranê di rêwresma oxirkirina şehîdên xizmetguzariyê de rûmal kirin û hinek medyayên rojava jî neçar man ku derbarê vê beşdarya mezin li xwe mikur bên.

Oxirkirina termên Serokomar, Wezîrê Karên Derve û hevriyên wan ên ku di encama jordeketina helîkopterê de şehîd bibûn, bi amadebûna kêmmînak a girseya gelê Îranê hat lidarxistin û ev amadebûn di medyaya navneteweyî de jî deng veda.

Reutersê ragihand ku bi hezaran kes ji xelkê Îranê li merasima oxirkirina Reîsî li bajarê Meşhedê beşdar bûn û kolanên  vî bajarî tijî  bibû ji tazîdaran.

Ajansa nûçeyan a Amerîkayê Associated Pressê  derbarê beşdariya bi sedan hezar xelkê Îranê di merasîma oxirkirina şehîdan de li Meşhed nivîsî.

 Tîtra BBCyê jî beşdariya  bi hezaran îraniyan li mersaima oxirkirina serokkomar bûn. 

Medyayên erebî yên wek El-Mayadeen, Al Jazeera jî, merasîma oxirkirina şehîdên xizmetguzariyê û beşdariya girseya gelên Îranê bi awayekî berfireh weşandin. 

Medyayên din ên navneteweyî yên wekî Russia Today Ajansa Nûçeyan a Ryan, Ajansa Sputnik, Euronews, Al Jazeera English, Al. -Rojnameya Quds El-Erebî, Tora El-Masîre, Tora El-Erebî, Ajansa Anadoluyê, Tora TRT û Tora El-Erebî merasîma oxirkirina şehîdên xizmetguzariyê  weşandin..

 

 

 

Serepeyv