May 18, 2024 08:10 Asia/Tehran
  • Almanya: Êrişên bajaroknişînan ser karwanên alîkariyên mirovî sedema şemê ye

Wezareta karên derve ya Almanyayê di daxûyaniyekê de êrişa ser karwanên alîkariyên mirovî ji aliyê bajaroknişînên siyonîst ve şermezar kir û ew kiryarek nemirovî bi nav kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Almanyayê da hatiye: Êrişên berdewam ên bajaroknişînên tundrew   ên îsraîlî ser karwanên alîkariyê yên ku ber bi Xezeyê ve diçin,sedema şermê ye.Di vê daxûyaniyê de her wiha hatiye: Hewldana jibo  bêparkirina xelkê Xezeyê ji xwarinên pêwîst karekî nemirovane ye û em wê yekê şermezar dikin.

Wezareta Derve ya Almanyayê di vê daxûyaniyê de tekezî  ser wê yekê kiriye, ku êrişên bi vî rengî ne tenê alîkariya azadkirina girtiyan nakin, belkî dê bibe sedema zêdebûna aloziyan.

Siyonîstên şeva Çarşemê êrişî kamyonên alîkariyên mirovî  li nêzîkî Qudsa dagirbûyî kirin.

Serepeyv