May 18, 2024 07:35 Asia/Tehran
  • Bernameya Xwarinê ya Cîhanî: Ji bo em alîkariyan derbasî Xezeyê bikin pêwîstiya me bi bi dergehên zêde heye

Bernama Xwarinê ya Cîhanî yaNY (WFP) di daxuyaniyekê de derbarê zêdekirina operasyonên leşkerî yên Rejîam Siyonîst li zîvala Xezeyê hişyarî da û tekez kir ku niha pêwîstiya me bi dergehên zêdetir heye ku em bikarbin alîkariyan derbasî vê zîvalê bikin.

Di daxûyaniya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya NY(WFP) de hatiye: Operasyonên  Israîlî li Xezeyê di rojên borî de, çalakiyên mirovî li vê deverê asteng kiriye.Bernameya Xwarinê ya Cîhanî di vê peyamê de hişyarî da ku  çakaniyên xwarinê yên vê rêxistinê tenê têra yek heta çar rojan hewcedariyên xelkê Refeh, Dêr El-Beleh û Xan Yûnisê dike.Tevgera Hemasê jî şeva Îniyê, li hember vekirina bendera deryayî ya Amerîkayê li Xezeyê, di daxuyaniyekê de tekezî li ser pêwîstiya vekirina hemû deriyên bejayî li vê zîvalê kir û tekez kir.

Hemas û hemû komên berxwedanê ser mafê gelê Filistînê bo wergirtina alîkariyên pêwîst di bin siya vê karesata mirovî ya ku dagirkeran bi êrişên xwe anîne serê zîvala Xezeyê, teqeziyê dikin.

 

Serepeyv