May 11, 2024 08:27 Asia/Tehran
  • Komîsêrê Mafên Mirovan a NY banga vekirina derbasgehên alîkariyê bo Xezeyê kir

Volkêr Turk, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY mixabiniya xw ji ber hemû kiryarên ku kuderbaskirin û belavkirina alîkariyên mirovî yên bingehîn ji bo Xezeyê dixe xeterê şermezar kir û banga vekirina deriyên alîkariyê yên ji bo vê herêmê kir.

Wî got: Çend dergehên bejayî hene ku ji bo Xezayê wek xeteke jiyanê ji bo dabînkirina xwarin, derman, sotemenî û pêdiviyên din hene ku divê gelê Xezeyêyê bêhêvî û wan bi dest bixe.  Volkêr Turk got :Ez ji hemû aliyan daxwaz dikim ku derbasgehên sivîlan û tiştên ku ji bo jiyana sivîlan pêwîst in nekevin ber xeterê.

 Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY duh got ku êrişeke bejayî ya berfireh ser Refahê dê hewldanên me  ji bo alîkariya bo gelê Xezeyê ji bo girtina pêşiya birçîbûnê rawestîne û got ku rewşa vî bajarê başûrê Xezeyê  li ber xetereke cidî ye.

 

Serepeyv