May 04, 2024 07:46 Asia/Tehran
  • UNRWA: Her roj bi dehan zarok li zîala Xezeyê, dayikên xwe ji dest didin

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya NY bo Penaberên Filistînî (UNRWA) ragihand ku di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê de her roj 37 zarok dayîkên xwe ji dest didin.

UNRWAyê  li tora civakî ya X-ê nivîsî: Di encama êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîst ku ji 7ê Cotmeha  2023an va dest pê kirine û heta niha dewam dikin, zêdetir ji 10 hezar jin şehîd bûne û 19 hezar kes jî birîndar bûne.Li gorî vê raporê, UNRWAyê, amaje bi rewşa xirab a jinan li Xezeyê kir û got: Rewş pir xirab e û zêdetir ji 155 hezar jinên ducanî an jinên ku şîr didin di warê dabînkirina av û pêdiviyên tendrustiyê de rastî pirsgirêkên cidî hatine.Pêştir UNRWAyê  di raporekê de ragehandibû her 10 xulekan zarokek li Zîvala Xezeyê tê şehîdkirin, ku ev hejmar di dereqa 4 mehên şerê bi Îsraîlê e zêdetir ji 4 salan pevçûna li seranserê cîhanê ye.

Serepeyv