Nîsan 24, 2024 07:47 Asia/Tehran
  • Berdewamiya xwepêşandanên alîgirên Filistînê li zanîngehên Amerîkayê

Piştî serkutkirina xwenîşandanên alîgirên Filistînî di çend rojên borî de li zanîngeha Kolombiya ya bajarê Newyorkê, çalakvanên dijî Îsraîlê li zanîngeha Yêylê li eyaleta Kêntîkêtê zanîngeha Minêsota û Koleja Witmen li eyaleta Waşingtonê jî xwenîşandanek bo hevgirtinê bi wan re li dar xistin.

Xwenîşanderên alîgirê Filistînê ji roja Çarşemê ve li zanîngehên Amerîkayê xwenîşandan li dar xistine û ji heman rojê ve polîsên Amerîkî dest bi serkutkirina xwendekaran kirine.

Polîsên bajarê Newyorkê bi tepeserkirina xwendekarên Kolombiyayê zêdetirî 100 xwepêşander û alîgirên Filistînê girtin.Xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Minêsota  mîtîngeke nerazîbûnê li dar xistin.

Xwendekarên ku di mitîngên berê de hatibûn desteserkirin îro danê sibê serbest hatin berdan, lê kempêynên dijî sîyonîst û alîgirê Filistînê cardibnê xwe ji nû ve ava dikin.

Xwendekarên Koleja Witmen li eyaleta Waşingtonê ji bo hevgirtina bi Filistînê re   hemî polên xwe terikandin.

Şeva şemiyê  jî 500 xwepêşander li zanîngeha Kolombiya xwenîşandanên xwe berdewam kirin.

Hin mamosteyên Zanîngeha Kolombiyayê jî  eşkere piştgiriya xwe ji bo Filistîn û tevgera berxwedanê ragihandin ku ev yek bûye sedema aloziyan.

 

Serepeyv