Nîsan 19, 2024 08:10 Asia/Tehran
  • Amerîkayê biryarnama endamtiya tam a Filistînê di NY de veto kir

Amerîka vê sibê biryarnama endamtiya tam a Filistînê di NY de di dengwergirtina konseya Ewlehiyê de veto kir.

Ji 15 endamên Konseya Ewlehiyê 12 endaman dengê erê dan vê biryarê,Inglîz û Swîsrayê jî dengê bêalî dan û Amerîkayê jî bi dengê xwe yê neyînî ev biryarname veto kir.

Hemas û Teşkîlata xwerêveber vetokirina biryarnama endamtiya tam ya Filistînê di NY de ji aliyê Amerîkayê ve şermezar kirin.

 Her wiha Vasîlî Nêbênziya, Nûnerê dayimî yê Rûsiyê li NY jî li berteka li himber vêtoya Amerîkayê ya li ser endamtiya tam ya Filistînê di NY de  got: Armanca Amerîkayê şikandina îradeya filistîniyan û derxistina wan ji  axa wan e.

Fu Kong, Nûnerê hertimî yê Çînê li NY vê sibê nepejirandina vê biryarnameyê rojeke xemgîn bi nav kir û vetoya Amerîkayê jî gelekî dilsarker bi nav kir. 

Wezîrê karên derve yê Cezayîrê jî vêtoya Amerîkayê şermezar kir û bal kişand ser vê yekê ku dema wê hatiye ku Filistîn bibe endama tam ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî.

Ziyad Ebû Emrû, nûnerê serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li NY tevî şermezarkirina vêtoya Amerîkayê, got: Filistîn hêjayî endamtiya tam li NY ye.

Niha Amerîka bi vetokirina biryara endamtiya tam ya Filistînê diNYde, careke din nîşan da ku îdiayên wê yên piştevaniya ji Filistîn û gelê mezlûm wê her duruşm û slogan in  û ew heta naxwaze dengê erê bide endamtiya tam ya Filistînê li NY.

 

Serepeyv