UNRWA: Îsraîl hewl dide çalakiyên me yên li Xezeyê bi dawî bîne
Serokê Ajansa Alîkarî û peydakirina kar ji bo penaberên filistînî yê NY (UNRWA) çarşemiya şevê got: Rêjîma Siyonîst hewl dide ku çalakiyên vê ajansê li Xezeyê bi dawî bîne.
Fîlîp Lazarînî got: Ji bo bidawîanîna operasyonên UNRWAyê li Xezeyê hewldanek çavnebarane heye.
Wî bal kişande ser wê yekê ku ev hewldan dê encamên cidî bo aştî û ewlehiya navneteweyî hebin û got: Îsraîl hewl dide çalakiyên me li Xezeyê bi dawî bîne û çendîn caran daxwaza şandina alîkariyan bo bakurê zîvala Xezeyê red kiriye.
Rêvebirê kagêr ê Sindoqa Zarokan a NY(UNICEF) rexne li bêdengiya civaka navdewletî li hember cinayetên Rêjîma Siyonîst girt û ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê ji 15 Cotmeha sala borî ve heta niha zêdetir ji 13 hezar û 800 zarokên filistînî hatien şehîdkirin. Katrîn Rasêl di konfêranseke rojnamevanî de li New Yorkê got: Herwiha di vê heyamê de zêdetirî 76 hezar kes jî birîndar bûne û bi hezaran kes jî li ber xelayê ne.