Nîsan 13, 2024 18:09 Asia/Tehran
  • Rapora herî dawî ya UNICEFê ji rewşa nalebar a zarokên li Xezeyê piştî êrişên rejîma Îsraîlê

Berdevkê Sindûqa Zarokan a NY (UNICEF) rewşa zarokan li Zîvala Xezeyê bi êş û diltezîn nirxand û derbarê encamên demdirêj ên destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser tenduristiya fîzîkî, mezinbûn û tendrutiya derûniya zarokên vê herêmê hişyarî da.

Tens Ingram, berdevkê UNICEFê li devera Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê got: zarokên Zîvala Xezeyê bêyî ku cihekî ewle hebin ku  sitara xwe bibinê ,di pevçûn û êrişên berdewam ên şerê Rejîam siyonîst li dijî xelkê vê navçeyê sergerdan û aware bûne.

Berdevka UNICEFê got ku ji ber morela xurt ku di nav xelkê  Xezeyê de heye, tevî şert û mercên dijwar ên ku gelên vê herêmê tê de dijîn, ew  ronahî û hêviyê dibîne.

Wî rayedarê NY tekez kir ku eger alîkariyên mirovî bi têra xwe bigihin Zîvala Xezeyê, hîn derfet heye ku rê li ber xelayê li herêmê were girtin, lê gihandina alîkariyên mirovî  bi taybetî li bakurê herêmê hîna jî  pir  kêm e.

 

Serepeyv