Nîsan 13, 2024 09:02 Asia/Tehran
  • Amadetiya sê welatên ewropî bo bi fermînaskirina welatê serbixwe yê Filistînê

Di dewama piştgiriya ji avakirina welatê serbixwe yê Filistînê sê welatên ewropî Îspanya, Norwêj û Îrlenda piştevaniya xwe ji avakirina welatê Felestînê û piştevaniya ji endametiya tam ya wê di NY de ragehandin.

Serokwezîrên Îspanya, Norwêj û Îrlendê di helwêstên hevpar de piştgiriya xwe ji gelê Filistînê ragihandin ku ew amade ne ku welatê  Filistînê  bi fermî nas bikin û piştgirîya endametîya wê ya tam di NY de bikin.

Pedro Sançez Serokwezîrê Îspanyayê di berdewamiya hewildanên xwe ya ji bo piştgiriya welatên Ewropayê ji bo bi fermînaskirina dewleta  serbixwe ya Filistînê ragihand ku nîşanên eşkere û zelal li Ewropayê xuya bûne û welatên Ewropayê amade ne ku dewleteke serbixwe ya Filistînê qebûl bikin.

Sançez di sefera xwe ya  dewrê ya  roja Îniyê de bo hin welatên Ewropayê, ji wan Norwêj û Îrlendayê, hewil dide ku rêberên welatên ewropî han bide ku dewleteke serbixwe ya Filistînê ava bikin. Armanca gera bê dê serokwezîrê Spanya, Polonya be.

Sançez ragihand ku Îspanya amade ye di zûtirîn dem de Filistînê û endamtiya wê ya tam di NY de bi fermî nas bike.

 

Serepeyv