Nîsan 06, 2024 08:16 Asia/Tehran
  • NY: Cîhan tim şehedê binpêkirinên eşkere yên qanûnên navneteweyî yên mirovheziyê li Xezeyê ye

Ramêş Reca Sîngam, Hewahengkerê Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) Singam got: 6 meh bi ser êrişa hovane ya artêşa Îsraîlî ser Xezayê re derbas bûne, cîhan berdewam dibe şahidê binpêkirina eşkere ya yasayên mirovî yên navdewletîli Xezeyê.

Sîngam diyar kir ku niha  şehedî û belgeyên zelal ên hovîtiya artêşa Rejîma Siyonîst li dijî filistîniyan li Xezeyê hene û diyar kir: Divê evsûçên giran bên hilkolandin  û yên  gumanbar bên şopandin.

Wî destnîşan kir: Endamên NY divê ji bo rawestandina binpêkirina yasayên navdewletî yên mirovî li zîvala Xezeyê, rêyên wek zexta dîplomatîk û aborî, mercdarkirina hinartina çekan bi mercê pêbendbûna yasayên şer û hevkariya ji bo girtina pêşiya revîna kesên sûçkar  ji mehkemekirinê, bi kar bînin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê li daxûyaniyekê ragihand ku Rêjîma Siyonîst di 24 saetên derbasbûyî de 5 cinayetên nû li navçeyên curbicur ên Zîvala Xezeyê pêk anîne ku di encamê de 54 kes şehîd bûne û 82 kes jî birîndar bûne.

Di vê daxûyaniyê de hatiye: Bi hesabkirina şehîdên nû, hejmara şehîdên destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê ji 7`ê Cotmehê  heya îro gihîştiye 33 hezar û 91 kesan. Her wiha 75 hezar û 750 kes jî birîndar bûne.

Serepeyv