Nîsan 01, 2024 09:33 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Kûbayê: Em ji şermezarkirina cinayetên Îsraîlê nawestiyên

Serokkomarê Kûbayê Mîgêl Diyaz Kanêl bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina jînosayda li Zîvala Xezeyê tevbigerin û destnîşan kir ku em ji şermezarkirina cinayetênÎsraîlê nawestiyên.

Mîgêl Diyaz Kanêl got: Kûba dixwaze ev jînosayd were rawestandin û heta ku axa Filistînê şehîd û xwînê bide û ji ber kîn û nefreta dagirkerên Israîlî wêran bibe,Em ji şermezarkirina cinayetên Îsraîlê nawestiyên.

Diyaz Kanêl her wiha got: Kûba ti carî li himberî tişta ku li Xezeyê diqewime  bêdeng namîne  û her dem dengê xwe dê ji bo Filistînê bilind dike.Wî pêştir  jî tekez kiribû: Jînosayda  Îsraîlê terorîst li Xezeyê sedema şerma mirovahiyê ye û dîrok dê mirovên xemsar efû neke û di vê navberê de,Amerîka şirîkê dîrokî yê  hovîtiya siyonîstan e.

Serokomarê Kûbayê yek ji wan rêberan  e ku di mehên derbasbûyî de cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî filistîniyan mehkûm kir û li ser piştgirîkirina ji gelê Filistînê pêgirî kir.

 

Serepeyv