Adar 30, 2024 10:11 Asia/Tehran
  • Raporterê NY: jibo cinaytên Îsraîlê dikarin Însayklopêdyayê binvîsin

Raporterê taybet ê NY tekez kir ku eger Dadgeha Navdewletî ya Cezakirinê di lêkolîna derbarê cinayetên Îsraîlê ji 7ê Cotmehê ve li Xezayê de cidî be, dê bi dehan salan mijûl bibe.

Nûnera pilebilind NY ragehand ku, raporta têkildarî cinayetên rejîma dagîrker li Xezeyê tenê nîşana  beşeke bhiçûk ji cinaytên  vê rejîmê ye. 

 Françêska Albanîz raporterê taybet ê NY  derbarê erdên dagirkirîl yên Filistînê li meqera ewropî ya NY got:

Ma hûn difikirin ku li Ruanda û li Bosnî Herzegovin, rayedarên hikûmetê belgeyek nivîsand ku tê de digot ez dixwazim jînosaydê bikim? We tiştekî wiha dîtiye?

Bersiva min ji we re ev e ku ev rêbaz  nekêrhatî ye. Ev gotin (di rapora min de cih girtine) mîna  qûça çiyayê befrê ye Ji ber ku di rapora xwe de li ser amarên cinayetên siyonîstan sînorekî min ji bo hejmara peyvan heye. 

Eger ev sînor nebûna, me dikarî însaklopedyayek li ser gotin û kiryarên pratîkî yên derbarê sûcên ku Îsraîl li Xeze û Rexê Rojava kiriye binivîsanda. Ev gotina min  ne ji bo temsîlê ye  belkî ez cidî me. 

 eger Dadgeha  Navdewletî ya Cezakirinê di lêkolîna derbarê cinayetên Îsraîlê   ji 7ê Cotmehê ve li Xezayê de cidî be, dê bi dehan salan mijûl bibe.

 

 

Serepeyv