Adar 08, 2024 07:50 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna alîgirên Filistînê hevgavê axaftina salane ya Baydên li kongreyê

Hevgavê axaftina salane ya Baydên li Kongreyê, kesên nerazî li derveyî cihê axaftinê daxwaza rawestandina şerê Xezeyê kirin.

Neraziyên alîgirên Xezeyê rêya ku diçe avahiya Kongreyê girtin û daxwaza agirbeseke mayînde kirin.Ji ber ku xneraziyan nehiştin trimbêla Bayden derbas bibe, karwanê trimbêla Bayden rêyek ji berê dirêjtir derbas kir da ku ji Koşka  Spî ber bi avahiya Kongreyê vehere. xwenîşanderan li ber koşka sipî û li nêzî Kongreyê  bi hin sloganan ji Baydên xwestin bila şerê Xezeyê rawestîne û diruşma m nekujin avêtin. 

Xwepêşanderan li ber Koşka Spî û li nêzî Kongreyê jî benêreke mezin bilind kirin ku ser wê hatibûn nivîsîn: Mîrateya Baydên jînosayd e.

 

Serepeyv