Adar 07, 2024 09:32 Asia/Tehran
  • NY: Xelkê Xezeyê ji ber birçîbûnê jiyan axwe ji dest didin

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY got: Rewşeke nalebar li zîvala Xezeyê heye û Xelkê Xezeyê ji ber birçîbûnê jiyan axwe ji dest didin

Îstîfan Ducarîk, berdevkê sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî di hevpeyvînekê de ligel kanala El Cezîre ragihand: Operasyonên leşkerî yên Îsraîlê êş û azarên mirovî zêdetir dikin û pêwîstiya me bi agirbesê heye.Wî her wiha got: Li zîvala Xezeyê rewşeke nalebar heye û xelk ji ber birçîtiyê jiyana xwe ji dest didin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY got: Bêyî agirbesê em nikarin alîkariyên mirovî pêşkêş bikin.Wî destnîşan kir: Divê em korîdorên zêdetir ji bo gihandina alîkariyan vekin ji ber ku deriyê Refeh û Kerem Ebû Selimê têrê nakin.Sekreterê Giştî yê NY her wiha banga agirbeseke mirovî ya lezgîn li zîvala Xezeyê kir. Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY diyar kir: Ji gotinên tirsnak ên ku min îro ji malbatên qurbaniyên şerê Xezeyêyê bihîst, ku hin ji wan zêdetirî 100 xizmên xwe ji dest dane, ez gelek xemgîn bûm. Divê êdî ev tirs û xof li Xezeyê  bê rawestandin û agirbesa însanî neyê paşxistin.

 

Serepeyv