Sibat 24, 2024 10:01 Asia/Tehran
  • Çira kesk a Hangarînê ji bo endamtiya Swêdê li nav NATOyê

Serokwezîrên Hangarîn û Swêdê roja Înê hevdûîtin pêk anîn û di vê hevdîtinê de li ser pakêteke berevaniyê li hev kirin ku rê li ber Swêdê bona endametiya nav NATOyê xweş bibe.

 Hevdîtina serokwezîrê  Hangarînê, Viktor Orban û hevtayê wî yê swêdî Alf Kristerson li Budapêştê piştî çend mehan aloziya navbera her du welatan li ser rêkevtina Hangarînê ji bo endamtiya Swêdê di NATOyê de pêk hat.

Piştî vê hevdîtinê serokwezîrê Swêdê got ku Swêd dê çar cetên ku li vî welatî hatî çêkirin bifroşe  Hangarînê. Biryar e roja duşemiyê li Parlemana  Hangarînê civînek bona denggirtina  derbarê endamtiya Swêdê nav NATOyê were lidarxistin . Ev hevhatin dê rê  bo qebûlkirina vê mijarê ji aliyê parlemanê ve xweş bike.

Serepeyv