Sibat 24, 2024 09:25 Asia/Tehran
  • Nûnerê Omanê li Dadgeha Laheyê: Cîhan şehedê yek ji cinayetên herî kirêt li zîvala Xezeyê ye

Nûnerê Omanê li Dîwana Navdewletî ya Cezayê bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Îsraîlê li dû guhertina demografiya erdên dagîrbûyî ye û got: Îro cîhan şehedê yek ji cinaytên herî kirêt li zîvala Xezeyê ye.

Ebdullah Bin Salim El-Harisî, di heftemîn roja civînên giştî ya Dîwana  Navnetewî ya Cezayê de derbarê dagirkeriya daîmî û neqanûnî li Rexê Rojava û Qudsa Rojhilat de, amaje bi wê yekê kir ku Filistînî ji 75 salan berî niha ve di bin serdestî û zordariya dagirkeran de dijîn û teqez kir: Îsraîl  li dû guhertina  demografia navçeyên dagîrbûyî ye û pêwîst e Dîwana Navdewletî  ya Cezayê derbarê binpêkirina mafê çarenivîsê yê Filistîniyan  de hikm û biryarê bide.Harisî bal kişande ser wê yekê ku pêwîst e dadgeh li ser binpêkirina mafê çarenivîsê yê filistîniyan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve biryarê bide û diyar kir:

Lihevkirineke navneteweyî li ser mafê çarenivîsê ji bo filistîniyan û Îsraîlê heye û  Rejîma Îsraîlê divê hemî berbendên ser rêya mafê çarenivîsê  jibo Filistîniyan ji holê rake.Nûnerê Endonizyayê li Dîwana Navneteweyî  ya Cezayê jî got: Divê pêşiya cinayetên li Zîvala Xezeyê were girtin û mafê tu welatekî nîne  ku li hember welatên lawaz her çiyê bixwaze bike.

Nûnera Norwêjê jî  got: Çêkirina dîwarê navbir yê nijadperestîiyê, binpêkirina qanûnên navdewletî ye û çareseriya  ji bo avakirina du welatan zehmet dike.

Nûnerê Qeterê jî got: Em  ser vê baweriyê ne ku pêkanîna aşitî û edaleta navdewletî tenê bi rêya mafên  navdewletî pêkan e. Civîna  Guhdarîkirinê ya Dîwana Navneteweyî ya Cezayê li Laheyê bi amadebûna   nûnerên welatên curbicur ji bo  hilkolandina rewşa xirab a gelê mezlûm ê Xezeyê hat lidarxistin.

 

Serepeyv