Serokê bi nav û deng ê opozîsyona Rûsiyê û dijberê Putin, mir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i346619-serokê_bi_nav_û_deng_ê_opozîsyona_rûsiyê_û_dijberê_putin_mir
Rêberê herî bi nav û deng ê opozîsyona Rûsiyê û dijberê sereke yê serokkomarê wî welatî roja Înê di girtîgehê de mir.
(last modified 2024-02-17T02:16:50+00:00 )
Sibat 17, 2024 05:42 Asia/Tehran
  • Serokê bi nav û deng ê opozîsyona Rûsiyê û dijberê Putin, mir

Rêberê herî bi nav û deng ê opozîsyona Rûsiyê û dijberê sereke yê serokkomarê wî welatî roja Înê di girtîgehê de mir.

Navenda zindanên navçeya xweser a Yamalo-Nenets a girêdayî Federasyona Rûsiyê ya li  Arktîkê ragihand ku Aleksî Navalnî , serokê opozîsyona Rûsiyê canê xwe ji dest da.Di daxuyaniya vê zindanê de, hatiye destnîşankirin ku Navalnî piştî meş û piyasa xwe ya rojane halê wî baş nebû û demlidest ji ser hişê xwe çû.Li gorî vê daxuyaniyê, Navalniyê 47 salî tevî tedbîrên pêwîst û wergirtina tedbîrên ûrjansî, ji van vejiyandinê di nav ambûlansê de jiyana xwe ji dest daye. Dîmîtrî  Pêskov, Berdevkê Kirêmlînê  ragihand ku Vladimîr Pûtîn, serokkomarê Rûsiyê ji mirina Navalnî agehdar kirine. Alîgirên Navalnî jî îdia dikin ku nikarin mirina wî piştrast bikin û eger wisa be, ew hatiye kuştin!