Sibat 15, 2024 08:45 Asia/Tehran
  • Kombûna li dijî sîyonîstan li paytexta Fransayê

Piştgirên Filistînê li Parîsa paytexta Fransayê li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya vî welatî kombûneke nerazîbûnê li dar xistin û daxwaza rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê kirin.

Beşdarên vê mîtîngê, her wiha daxwaza boykotkirina Rejîma Siyonîst kirin ku vê rejîmê neçar bike ku bilez şer rawestîne û dorpêça zîvala Xezeyê rake.Wan her wiha ragihandin ku divê Fransa berpirsyariya xwe ya ji bo piştgirîkirina gelê Filistînê û UNRWA bi cih bîne, ji ber ku Fransa jî alîkariyên xwe yên darayî  bo UNRWA rawestandiye.Ebîr Hemd çalakvanê filistînî di vê civînê de got: Divê şerê niha yê li Xezeyê were rawestandin û ne mimkûn e ku cîhan berdewamiya vî şerî qebûl bike. Her kesê ku li vir amade ye tekez dike ku mirovahî çawa dikare qebûl bike ku gelê  Filistînê  wisa were kuştin û birçî bîmîne.

Serepeyv