Sibat 15, 2024 07:40 Asia/Tehran
  • Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da ku li Xezeyê, zirûfa nexweşxaneyan tijî bûye

Rayedarekî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê got ku kêmtir ji nîvê erkdariyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê destûra gîhandina alîkariyê bo Xezayê hene, di halekî de ku nexweşxaneyên Xezayê tijî bûne.

 Rîk Pîpêr Korn, Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Filistîna dagirkirî ragehand,Nexweşxane bi tevahî qerebalix in û biqasê pêwîst nehaine dabînkirin.Wî got: Karmendên nexweşxaneyê neçar in ku  dest bi qutkirina dest û piyên birîndaran bikin, ji ber ku ti îmkanên neştergeriya nexweşan nînin ku endamên wan bi neştergeriyeke normal de werin rizgarkirin.

Wî sînordarkirina îmkanên  alîkaiyên mirovî li  Xezeyê şermezar kir û Îsraîl bi berdewamiya girtina pêşiya şandina alîkariyên mirovî  bo Xezayê tawanbar kir.

Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî li Filistînê her wiha bal kişande ser qeyrana xwarinê li Xezeyê û got: Kêmasiya xwarinê ya cidî i Xezeyê cihê dilnîgeraniyê ye, bêewlehiya xawrekê   ya cidî  li Xezeyê di asteke bêmînak de ye.  piraniya xelkê li Xezeyê rastî pirsgirêka  birçîbûnê hatine.

 

Serepeyv