Sibat 10, 2024 17:02 Asia/Tehran
  • Amara fermî ya encamên hilbijartinên Pakistanê; Namzedên ku ji aliyê Tehrîka Însaf ve tên piştgirîkirin, hîna li pêş in

Amara herî dawî ya fermî ya encamên hilbijartinên seranserî li Pakistanê nîşan dide ku namzedên ku ji aliyê Tehrîka Insaf ve tên piştgirîkirin, hîn jî bi bidestxistina 91 kursiyan li hember 71 kursiyên Musilm Lîgê, li pêş in.

Rapora herî dawî ya  ku  ji  aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Pakistanê ve hatiye weşandin, nîşan dide ku encamên 250 kursî ji 266 kursiyên Parlemana Pakistanê, ku çarenûsa wê  ji riya  hilbijartinên rasterast  ve tê diyarkirin.

Piştî derbasbûna zêdetirî 40 sietan ji bidawîhatina dengdanê, heta niha encamên 15 kursiyan nehatine ragihandin û hilbijartina ji bo diyarkirina çarenivîsa kursiyek din jî hatiye paşxistin.

Komisyona Hilbijartinê ya Pakistanê ragihand ku namzedên serbixwe 99 kursî, 71 kursî namzedên Musilm Lîgê û Partiya Gel a Pakistanê jî 53 kursî bi dest xistine.Namzedên serbixwe yên ku Tehrika Insaf piştgirîya wan dike 91 kursî bi dest xistine û bi vî awayî namzedên girêdayî Îmran Xan hîna li pêş in.

Îmran Xan niha di girtîgehê de ye û partiya wî (Tehrik Insaf) jî ji bo beşdariya di hilbijartinan de hatiye qedexekirin, lewma alîgirên wî bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinan bûne.

Serepeyv