Çile 27, 2024 09:31 Asia/Tehran
  • Cotkarên Fransî rêyên derdora Parîsê girêdan

Cotkarên Fransî duh, îniyê piştî xwepêşandanên li seranserî li dijî kêmbûna bihayê xwarinê û burokrasiya zêde ya hikûmetê, rêyên sereke yên li derdora Parîsê girêdan.

Sendîkayên Cotkarên  Fransî daxwaza avakirina berbendan li nav i der û dora Parîsê kirin da ku zextê li ser hikûmeta Serokwezîrê Fransayê Gabriyel Atal zêde bikin.Cotkar wî tawanbar dikin ku bi qasî pêwîst alîkariya wan nake.Li gorî vê raporê, cotkarên Fransî bi makîneyên cotkariyê rêyên ku Parîsê bi bajarê Lîlê li bakurê Fransayê digihîne Belçîkayê, girêdan.

Yekîtiya Cotkarên Fransî dixweze ku rêyên sereke yên li derdora Parîsê bi danîna berbendan bigire.

Wezîrên cotkarî û darayî yên Fransayê  bo kêmkirina nakokiyên bi karbidestên pîşesaziya xwarinê re li ser bihayên dadperwerane bo berheman, ku xalek sereke ya nakokiyê di navbera hukûmet û cotkarên Fransî de ye, muzakire kirin. 

Fransa ev du hefte ye ku şehedê  nerazîtiya  cotkaran li deverên cuda yên wî welatî ye û ev xwenîşandan bi xwepêşandanên cotkarên din ên Almanî û Polonî yên ku ji kêmbûna asta jiyanê nerazî ne  hevrê bûye.

 

 

Serepeyv