Çile 20, 2024 10:36 Asia/Tehran
  • UNICEF: Ji destpêka şer ve 20 hezar zarok li Xezeyê ji dayik bûne

Sindûqa Zarokan a NY, UNICEFê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê heta niha nêzî 20 hezar zarokên Filistînî li Xezeyê hatine dinyayê.

 Sindûqa  Zarokan a  NY, UNICEFê teqez kir bi hezaran zarokên filistînî li cehnema zîvala Xezeyê ji dayik bûne û diqewime ji ber şert û mercên nebaş ên vê zîvalê gelek zarok canê xwe ji dest bidin.UNICEFê di rapora xwe de diyar kir ku ji destpêka şerê li Xezeyê heta niha nêzî 20 hezar zarokên  Filistînî li vê zîvalê ji dayik bûne.

Li gorî vê raporê, her 10 xulekek li Zîvala Xezeyê û di bin siya şer de zarokek ji dayîk dibe.

 Ji dayîkbûna 20 hezar zarokên filistînî li Xezayê di halekî de ye ku  WEzareta Tendrustiyê ya Xezeyê  ragihand dio encama  êrişên cinayetkarane  yên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê ji 7ê Cotmehê  ve gihîştiye 24 hezar û 762 şehîd û 62 hezar  û 108 kes jî birîndar bûne.

Di berdewamiya rapora UNICEFê de hatiye ku pir caran  ji ber  ku dijwarbûna gihandina alîkariyê,   neştergeriya sizaryenê bêyî bêhişkirin têne kirin û hindek caran jî  dayîk ji ber tansiyona zêde û nebûna  tîma pizîşkî, nikarin bizên û  zarokên xwe ji dest didin.

 

Serepeyv