Çile 19, 2024 09:47 Asia/Tehran
  • Parîs: Şerê li Ukraynê bû sedema geşatiya aboriya Fransayê

Wezîrê berevaniyê yê Fransa got ku zêdebûna daxwazên çek û sîehan di nav şerê Ukraynê de bûye sedema geşatiya aboriya Fransayê.

Wezîrê Berevaniyê  yê Fransayê Sibastiyen Lêkorno di hevpeyvînekê de derbarê plana vî welatîi bo berhemanîna 78 tankên Howîtzêr Sêzar ji bo Ukraynê di sala 2024an de  agahî da û got ku zêdebûna çalakiya pîşesaziya leşkerî ya Fransayê bûye sedema zêdebûna derfetên kar  ji bo welatiyên  vî welatî.

Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê tekez kir ku aboriya şer ji bo pîşesazên me derfetek e. Ew ji nakokiyên mîna nakokiya Ukraynê hez dikin û jê sûdê werdigirin, ji ber ku şiyana radestkirina bilez  kelûpelan ji van kompaniyan re bûye çavkaniya dahatê.

Lêkorno her wiha got ku alîkariya çekan a mehane ya Fransayê ji Ukraynê re  pêka par  dê sê bermber bibe  û eva pêşkeftineke berbiçav e.

Ji destpêka operasyonên leşkerî yên Rûsyê li Ukraynê (24ê Sibata 2022) ve, welatên rojavayî gelek alîkariyên aborî û alavên leşkerî ji Ukraynê re şandine. Rûsyê çendîn caran daxwaz ji welatên rojava kiriye ku çndina çekan bo Ukraynê rawestîne û ragihandiye ku berdewamiya pêvajoyeke wiha dê nakokî û dijminatiya navbera Rûsye û Ukraynê de dirêjtir bike.

Serepeyv