Çile 19, 2024 09:45 Asia/Tehran
  • Sinatorê Amerîkî: Amerîka şirîkê kabûsa gelê Filistînê ye

Sinatorê Demokrat yê Amerîkayê bi rexnekirina ji kiryara kongreya vî welatî derheq şerê li zîvala Xezeyê got: Amerîka şirîkê kabûsa gelê Filistînê ye.

 

Bernie Sanders,  senatorê eyaleta Vermonta Amerîkayê destnîşan kir ku nêrîna dewleta Joe Biden derheq piştgirîya çavgirtî ji  Rejîma Siyonîst bûye sedema karesateke mirovî ya bi xof li zîvala Xezeyê.

Vî senatorê Amerîkî diyar kir ku çima Kongre ji bo rawestandina êş û azarên filistîniyan û hilkolandina karesata mirovî karek  nekiriye û ev kiryara kongreyê li hember karesata mirovî li Xezayê nayê qebûlkirin û daxwaza bi sînorkirina berdewamiya alîkariyên Waşîngtonê bo Rêjîma Siyonîst kir û diyar kir: Amerîka nabe ku alîkariyên madî û çekan bide  Îsraîlê, heta dema ku ku guhertineke bingehîn di operasiyonên leşkerî û berpirsyariya wan li hember qeyrana mirovî li Zîvala Xezeyê de pêk were.

Pêştir  jî biryarnameya Bernie Sanders ji bo bi sînorkirina alîkariya çek û sîlehî ya Amerîkayê bo Telavîvê piştî lêkolîna binpêkirina mafên mirovan di şerê Rejîma Siyonîstî li dijî Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi dijberiya piraniya senatoran ve hat redkirin.

 

Serepeyv