Kanûn 30, 2023 17:14 Asia/Tehran
  • ِDilnigeraniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji xetera nexweşiyên enfeksiyonê li Xezeyê

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku li Xezeyê nêzî 180 hezar kes tûşî enfeksiyona henasekêşanê bûne.

Tedros Adhanom, rêvebirê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji ber gefa  êdebûna  nexweşiyên enfeksiyonê li Zîvala Xezeyê ji dema êrişa Rejîma Siyonîst ve pir dilnigeran e. 

Adhanom li ser tora X-ê  nivîsî: Ji ber ku xelk bi berfirehî li başûrê Xezeyê aware dibin û  malbat neçar bûne ku gelek caran koç bikin û penaha xwe bibin  navendên tenduristiyê yên qerebalix, ez û hevkarên xwe li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji  ber zêdebûna xetera nexweşiyên enfeksiyonê dilnigeran bûne.

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku nêzî 180 hezar kes tûşî nexweşiyên enfeksiyonê bûne di halekî de ku 136 hezar û 400 haletên îshal û zikçûnê hatine tomarkirin ku nîvê wan di zarokên bin pênc salî de hatiey dîtin.

Serepeyv