Kanûn 30, 2023 09:33 Asia/Tehran
  • Firotina barê çekan ê Amerîkayê bo Rejîma Siyonîst

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê firotina barekî çekan bo Rêjîma Siyonîst agahî da.

 

Anthony Blenkin, wezîrê karên derve yê Amerîkayê, ji nûnerên kongireya vî welatî re ragihandiye, ku bo cara duyem di vê mehê de,  desthilata xwe ya qanûnî bo firotina bilez a barekî çekan bo çêkirina guylleyên 155 mm bayê 147 milyon dolar bo Rejîma Siyonîstbi kar aniye. 

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê 9`ê vê mehê biryarek bi vî rengî dabû û bi xwe razî bû ku nêzîkî 14 hezar gulleyên tankê bayê 106 milyon dolarî bifroşe Rejîma Siyonîst.Firotina çekan bo Rejîma Siyonîst di demekê de ye ku  li dawîn civîna Konseya Ewlehiyê ya NY li sala 2023`an endamên vê konseyê dilnîgeraniya xwe ji berfirehkirina şerê Israîlê li Zîvala Xezeyê bo rexê rojava û  navçeyên din yên din  ên rojavaya Asiyayê nîşan dan.

 

Serepeyv