Kanûn 23, 2023 09:54 Asia/Tehran
  • Guterres: Hêvî dikim biryara Konseya Ewlehiyê alîkariya başkirina qeyrana însanî ya li Xezeyê bike

Piştî pesendkirina biryara Konseya Ewlehiyê ya NY ya ji bo şandina alîkariyên lezgîn ji bo zîvala Xezeyê, Sekreterê Giştî yê NY, Antonio Guterres hêvî kir ku qebûlkirina vê biryarnameyê alîkariya baştirkirina qeyrana mirovî li Xezeyê bike.

Antonîo Guterres, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî duh Înê, ragihand ku çareseriya rasteqîne ya bûyerên li Zîvala  Xezeyê, rawestandina bilez a şer  bi hegerê mirovî  ye û got: Operasyona leşkerî ya Israîlê rê li ber şandina alîkariyan li Xezayê digire ji Îsraîl xwest ku astengiyan wêde bibe, riya belavkirina alîkariyan xweş bike. Konseya Ewlehiyê ya NY axir ser  piştî hefteyekê ji nakokî, şêwirîn û nîqaşên devkî yên dîplomatan li ser gotinên pêşnûmeya biryara derbarê  Xezeyê de, biryarek bi 13 dengên erê û 2 dengên bêalî bêyî ti dijberî hat pesendkirin, ku tê de daxwaza şandina alîkariyên lezgîn ji bo  Xezeyê û herwiha  amadekirina Şert û mercên rawestandina pevçûnan kiriye.

 

Serepeyv