Kanûn 23, 2023 09:25 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ewropayê : sedî 100ê xelkê Xezeyê rastî ewlehiya xwarinê hatine

Yekîtiya Ewropayê qeyrana mirovî ya li Xezeyê bêmînak binav kir û ragihand ku sedî 100 ê xelkê vê zîvalê di bêewlehiya xwarinê de derbas dikin.

Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de  got, Em ji ber encamên nirxandina Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya ku roja Pêncşemê hat weşandin,  matmayî ne.

Li gorî rapora polênbendiya Ewlehiya Xwarinê (IPC), tê texmînkirin ku  sedî 100ê  xelkê Xezeyê di nav bêewlehiya xwarinê de ne, û a di demekê de ye ku  çaryeka şêniyên vê navçeyê bi birçîbûneke  diltezîn re rû bi rû ne.

Du rayedarên payebilind ên Ewropayê ev rewş bêmînak dan zanîn. 

Ti raporek polênkirina ewlehiya xwarinê li ti ciheke cîhanê astek weha ji bêewlehiya xwarinê tomar nekiriye. Ev alûgureke  mezin e û divê bibe hişyariyek ji bo hemî cîhanê ku hema ji niha ve ji bo pêşîgirtina li karesateke mirovî ya kujer,

tenha rê ji bo  girtina pêşiya mirina xelkê Xezeyê ji birçîtyê ew e ku  canê xelkê sivîl were parastin û karmendên beşên alîkariyê li seranserê Xezeyê bi rehetî xebata xwe berdewam bikin.

 û  Yekîtiya Ewropayê  banga rêzgirtina ji mafên mirovî yyên navneteweyî dubare dike

Serepeyv