Kanûn 16, 2023 10:07 Asia/Tehran
  • Daxwaza Guterres jibo agirbesa li Xezeyê

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji berfirehî û giraniya wêranî û ziyanên êrişên Rejîma Siyonîst li Xezeyê matmayî bûye û daxwaza agirbesa lezgîn kiriye.

Antonîo Guterres, got ku  mezinahiya şerê leşkerî ya Îsraîlê dijî Hemasê û asta kuştî û wêranî li Xezeyê bêmînak e û nayê tamûlkirin. Guterres got:

Eva ku Rejîma Siyonîst di êrişên hewayî yên xwe de kesên  ku parêzbendiya wan heye  ji wan rojnamevan, kadroyên pizîşkî û alîkariyê û jêrxanên sivîl û nexweşxane û navendên ser bi NY  jî dike armanc, seyr û ecêb e. 

Guterres herwiha got: Îsraîl ji Îlona îsal heta Kanûna Yekem a îsal li ser avakirina neqanûnî  ya bajarokên xwe li navçeyên dagirbûyî yên Filistînê berdewam kiriye.

Rayedarên Îsraîlî herî kêm hezar û 500 îznên neqanûnî yên  avakirina bajarokan li erdên Filistînê dane. Sekreterê Giştî yê NY di dawiya vê raporê de, careke din daxwaza agirbeseke mirovî li Xezeyê kiriye.

Serepeyv