Kanûn 15, 2023 17:56 Asia/Tehran
  • António Guterre: Rewşa niha pêkanîna operasyona mirovdostane li Xezeyê ne mumkin dike

António Guterres Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî hişyarîdana derbarê rewşa diltezîn û giran li Xezeyê got: Rewşa heyî li vê zîvalê pêkanîna operasyona mirovdostane li wir ne mumkin dike.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY)hişyarî da ku asta mirinan li Xezeyê bêmînak e û nayê tehemilkirin. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha got: Em ji ber gurrbûna kêşeyan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ji wan li Qudsa rojhilat nîgeran in. wî mixabiniya xwe ji ber vê yekê diyar kir ku asta operasyona leşkerî ya Îsraîlê dijî Hemasê  û hejmara mirin û wwêrankariyan li Xezeyyê bêmînak e û nikare were tehemilkirin.

 

Rewşa van rojan a Zîvala Xezeyê gellekî bi karesat û diltezîn tê ragihandin; di vê warî da Doktor Eşref Qedre Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê got ku ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê di 7ê Cotmehê va heta niha hejmara şehîdên Xezeyê gihştiye 18 hezar û 787 kesan û 50 hezar û 897 kes jî birîndar bûne. Wî hişyarî daku ku Îsraîlê Nexweşxaneya Kemal Edwanê veguherandiye serbazxane û biryargeha operasyonên xwe yên leşkerî.

Serepeyv