Kanûn 09, 2023 09:36 Asia/Tehran
  • Hişyariya dubare ya Medvedev derbarê hitmala Şerê Cîhanê yê Sêyem

Cîgirê Konseya Ewlehiyê ya Rûsiyê got: Metirsiya rûbirûbûna rasterast di navbera Rûsye û NATOyê û derketina şerê cîhanê yê sêyem ji dema qeyrana mûşekî ya Kubayê heta îro ewqas giran nebûye.

Dmitriy Medvedev, Cîgirê Konseya Ewlehiyê ya Rûsiyê diyar kir ku ji dema qeyrana mûşekî ya Kubayê heta niha, metirsiya pevçûna di navbera Rûsya û NATOyê de ewqas zêde nebûye; Pevçûna ku dikare bibe sedema Şerê Cîhanê yê sêyem. Medvedev diyar kir ku pevçûnên heyî  di navbera Koşka Spî û Kongreya Amerîkayê derbarê pesendkirina bûdceya  jibo piştgiriya ji  Ukrayna û Rejîma Siyonîst gelek caran qewimiye. Medvedev diyar kir ku koka van hemû pirsgirêkan vedigere van tiştan: Ya yekem, Amerîkiyan tu carî ji welatekî wisa li ber hilweşînê ve piştgirîyek wisa mezin nekiriye. ya din jî Amerîka tu carî piştgirî nedaye hukûmeta ku serokkomarê Emerîka û endamên malbata wî kişandiye fesadê.  Medvedev tekez kir: Ev diyardeyeke tam nû ye di dîskorsa siyasî ya Amerîkayê de ku ji aliyê Joe Biden, Hunter Biden û karûbarên wan ve pêk hatiye.

Serepeyv