Kanûn 08, 2023 08:33 Asia/Tehran
  • Rexneya NY ji nebûna îmkana operasyona mirovî li başûrê Xezeyê

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî ragihand ku êdî operasyona mirovî li başûrê Xezeyê ne pêkan in.

Martin Griffiths, Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY amaje bi rewşa nalebar li Zîvala Xezeyê kir û got: rewşeke ewleh ji bo karê NYê nemaye û komên alîkariyê  li Xezeyê nizanin dê çalakiyên  wan dê çi encamek hebin.

.Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY tekez kir: Tenê çareseriya ciddî ew e ku hemû çekan bên girtin.

 Griffiths herwiha got: Li gor nîşaneyan  muhtemel e ku rejîma Îsraîlê ji riya derbasgeha  Kerem Şalûmê îzna derbaskirina beşek ji alîkariyan bo Xezeyê bide. 

Ev dergeh piştî êrişên bahoza El-Eqsayê di 7ê Cotmehê de hatibû girtin û alîkarî ji Xezeyê re bi rêya deriyê Refehê li ser sînorê Misrê, ku ji bo hatinçûyîna xelkê hatiye çêkirin, ne ji kamyonan re, tên şandin.

  Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiya Xezeyê, ji destpêka êrişa Rejîma Siyonîst ser vê navçê heya niha 17 hezar û 177 kes şehîd bûne û 46 hezar kes jî birîndar bûne.

 

Serepeyv