Denggirtina endamên Konseya Ewlehiyê derbarê reşnivîsa biryarnama agibesê li Xezeyê
Kanûn 08, 2023 08:11 Asia/Tehran
Balyozê Filistînê li NY ragihand ku Knseya Ewlehiyê ya NY dê îro dengdanê bike bo reşnivîsa biryarnama ku welatên erebî û îslamî derbarê agirbesa bilez li Xezeyê raber kirine.
Riyaz Mensûr got: Reşnivîsa biryarnameyê berî ku were pêşkêşkirin ji endamên encûmena pêdaçûnê re hat aberkirin daku îro ji bo dengdanê were amadekirin.
Riyaz Mensûr her wiha got: Biryara sekreterê giştî yê NY li ser cihanîna xala 99`an ji bo neçarkirina Konseya Ewlehiyê ji bo hilkolandina rewşa Xezeyê, pêngaveke durust e.
Mensûr got: Em ji dil û can hêvî dikin ku Encumena Ewlehiyê ya NY vê biryarnameyê pesend bike.Îmaratê reşnivîsa biryarnameyeke kurt pêşkêşî konseyê kiriye ku tê de daxwaza agirbesa mirovî ya lezgîn kiriye.