Kanûn 07, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • Biryara Turkmanistanê jibo firotina gaza xwe ya xwezayî bi rêya Îranê bo Tirkiyê

Tirkmanistan dixweze bi rêya Îranê gaza xwe ya xwezayî bifroşe Tirkiyê.

Li hevdîtina rayedarên Tirkmanistan û Tirkiyê li civîna komîsyona navdewletî ya hevkariyên aborî yên du welatan li Işqabadê, mijara firotina gaza vî welatî ji rêya Îranê bo bazara Tirkiyê hat gotûbêjkirin.

 Her du aliyan  tevî hilkolandina  îmkana hinardekirina gaza xwezayî ya Turkmanistanê bo bazarên Tirkiyê, ji rêya Îranê  ser girîngiya projeya veguhestina gaza vî welatî bo Tirkiyê ji rêya Îranê teqez kirin. 

Di vê hevdîtinê de her wiha hat diyarkirin ku binesaziyên  veguhestina gazê ku di van salên dawî de ji aliyê aliyê Tirkmanan  ve hatiye çêkirin, gelek derfetan dide Işqabadê ku gaza xwe ya xwezayî  di asteke berfireh de li ser rêya rojava hinarde bike.

Cewdet Yilmaz, cîgirê serokomarê Tirkiyê jî di konferansa bazirganiyê ya her du welatan de got:  Me bawerî bi  bandora hevkariya xwe di warê veguhestina gaza xwezayî ya Turkmanistanê ku ji babet çavkaniyan di rêza çaremîn de ye, ji rêya Tirkiyê, ku weke pirekê di navbera Ewropa û Asyayê de ye, bo bazarên cîhanî  heye

 

Serepeyv