Xwepêşandanên alîgirên Filistînê li welatên curbicur
Xwenîşandanên pitgiriya ji xelkê Filistînê li welatên curbicur yên cîhanê hatin lidarxistin.
Hejmarek ji alîgirên Felestînê li Bostona Amerîkayê li ber cihê mîtînga hilbijartinên serokomarê Amerîkayê Joe Biden xwenîşandan kirin û daxwaza pêkanîna agirbesê li Xezeyê kirin.
Xwepêşanderan kiryara Biden ya birêvebirina aloziyên li Rojavayê Asyayê rexne kirin û daxwaza zextek zêdetir jibo agirbesê kirin.
Bi dehan kes bona protstokirina êrişên Îsraîlê ser zîvala Xezeyê û piştgiriya ji Filistînê li Swêdê jî xwenîşandan kirin. Xwepêşanderan bi bilindkirina alayên Filistînê, dirûşmên "Ji Filistînê re azadî" û "Îsraîl siyonîst" avêtin. Bi sedan kes ji bo piştgiriya ji gelê Filistînê li kolanên Brukselê meşiyan, beşdarên vê meşa aştiyane bi dirûşmeyên "Fîlîstînê azad bikin "Dawî li komkujiyê bînin" û banga agirbesê li Zîvala Xezeyê kirin.
Li gorî amarên dawî yên nivîsgeha Ragihandinê ya Filistînê li Xezeyê, ji destpêka operasyona Bahoza Eqsayê ya 7ê Cotmehê û vir ve hejmara şehîdên Filistînê gihîştiye 16 hezar û 248 kesî