Hişyariya Sekreterê Giştî yê NY derbarê karesata mirovî li Xezeyê
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Rewşa Xezeyê ber bi karesatekê ve diçe ku dê bandorên wê li ser filistîniyan û aştî û ewlehiya navçê nayê cebirandin.
António Guterres, bo cara yekê di dema xebata xwe wek sekreterê giştî , bi bikaranîna xala 99 a manîfesta NY, di nameyekê de ji serokê Konseya Ewlekariyê re, banga agirbesek mirovî ya bilez ji bo girtina pêşiya karesatek mirovî li Xezeyê kir.
Wî diyar kir ku ti cihekî ewle li zîvala Xezeyê nemaye û tekez kir: Civaka navdewletî berpirsyar e ku hemû bandor û desthilata xwe bikar bîne ji bo girtina pêşiya ziyanên zêdetir di nav sivîlan de û bidawîanîna qeyrana li zîvala Xezeyê.
Li gorî xala 99 a manîfesta NY Sekreterê Giştî yê vê rêxistinê dikare bala Konseya Ewlehiyê bikişîne ser her mijarekê ku bi baweriya wî dibe ku parastina aştî û ewlehiya navneteweyî bike xeterê.
Ajansa Alîkarî û peydakirina kar a NY ji bo penaberên filistînî (UNRWA) jî ragihand ku Zîvala Xezeyê bûye yek ji cihên herî bi talûke yê cîhanê û bi pêleke nû ya penaberên filistînî li başûrê vê herêmê, rewş her kêliyê hîna xirabtir dibe.