Serketina Partiya desthilatdar a Hindistanê li sê eyaletên mezin di hilbijartinan de
Kanûn 04, 2023 18:59 Asia/Tehran
Partiya Biharatiya Janata di hilbijartinên herî girîng ên meclisa eyaletên Hindistanê de li sê eyaletan de bi ser ket.
Partiya desthilatdar a Hindistanê duh Yekşemiyê li sê eyaletên navendî yên Racastan, Madya Pradesh û Çatîsger ku wek dilê Hindistanê têne nasîn, piraniya dengan li Lok Sabhayê bi dest xist.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi û serokê Partiya Biharatiya Janata encamên pir baş nirxand.
Partiya Kongreyê, ku li her sê dewletan karnameyeke baş tinebû li Telangana desthilatdarî girt û Biharat Raştra Samiti Kongreya Neteweyî ya Hindistanê wêde bir.
Tevî serketinên partiya desthilatdar, partiya Kongreya Hindistanê li eyaleta Telangana ku navenda wê Heyderabad e,piraniya dengan bi dest xist.