Kanûn 04, 2023 18:54 Asia/Tehran
  • Civîna wezîrên karên derve yên welatên dorhêla deryaya Xezerê li Moskowayê

Civîna salane ya wezîrên karên derve yên welatên peravên Xezerê dê sibê (Sêşemê) li Moskowê were lidarxistin.

Midehek berî niha di civîna yekem a Komîsyona Hevkariya Xezerê de li Moskowê, Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov damezrandina  Pênc Xezerê" pêşniyar kir û tekezî li ser hevkariya welatên deryaya Xezerê ji bo dabînkirina ewlehî, aramî û geşepêdana domdar li herêmê Avrasyayê kir .

Kazim Celalî, balyozê Komara Islamî ya Îranê li Moskoyê got: Ev civîn di çarçova bernameya salane ya pênc wezîrên karên derve yên welatên deryayî  Îran, Rûsiye, Qezaqistan, Turkmenistan û Komara Azerbaycanê  dê  were lidarxistin ku tê de mijarên herî girîng ên ku bi vê re têkildar in dê bikevin ber behs û nîqaşê.

Celalî diyar kir ku, di civîna Moskowê de, dê warên berfirehkirina hevkariyên di warên curbicur ên wek ewlehiya herêma Xezerê, berfirehkirina peywendiyên aborî, veguhestina deryayî, bazirganî, enerjî, jîngeh û mijarên qanûnî yên girêdayî wê bên nirxandin.

Serepeyv