Kanûn 02, 2023 08:17 Asia/Tehran
  • Kombûna alîgirên Filistînê li Senaya Amerîkayê

Alîgirên Filistînê bona protestokirina cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezeyê li Senaya Amerîkayê kom bûn.

 

 

 

Alîgirên Filistînê li Amerîkayê bi kombûna li nivîsgeha serokê komîteya peywendiyên derveyî yên meclisa Senaya  vî welatî, daxwaza rawestandina piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê ji rejîma dagîrker a Îsraîlê kirin.

Çalakvanên Amerîkî yên bi eslê xwe Ereb û hejmarek ji cihûyên alîgirê Felestînê tekez kirin ku Sena guh nade daxwaz û rapirsiyên ku dengên erê ji bo agirbesa di navbera rejîma Israîlî û Tevgera Berxwedana Îslamî ya Felestînê (Hamas) nîşan dide.  Xwepêşanderan bi hilgirtina hinek destnivîsan, hêrsbûnaa xwe ji terxankirina dahatên sermalê yên hikûmeta Amerîkayê bo bombe û alavên leşkerî yên ku Îsraîl ji bo kuştina sivîlan li zîvala Xezeyê bikar tîne, nîşan dan.  Xwepêşandan li Amerîka li dijî jînosayda Filistîniyan ji aliyê Îsraîlê ve, di halekî de ye ku Amerîka  ser dijberiya xwe li hember agirbesa daymî li Xezeyê teqez dike.

Serepeyv