Mijdar 28, 2023 10:17 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê NY: Gotûbêjn ji bo agirbeseke tam divê li Xezeyê berdewam bibin

Sekreterê Giştî y êNY ragihand: Gotûbêjên ku bûne sedema rêkeftina di navbera Hemas û Îsraîlê de, divê berdewam bin û bibin sedema agirbesteke mirovî ya tam û tekûz.

Antonîo Guterres got : Di van çar rojan de NY alîkariyên mirovî bo Xezayê zêde kirine û alîkarî şandine hin navçeyên bakur ku bi heftiyanealîkarî negihêştine wan.

Guterres diyar kir: Ev alîkarî têra hewcetiyên1,7 mîlyon awareyan nake. Karesata mirovî ya li Xezeyê roj bi roj girantir dibe.

Civata Heeyva Sor a Filistînê jî bi weşandina peyamekê li   X-ê  şandina 100 kamyonên xwarek û pêdiviyên sereke yên zarokan wek betanî û pêwîstiyên xwarinê ji bo zarokan agahî da lê li gorî vê raporê, xuya ye şer jibo zarokan hîn didome. 

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hamas û Rejîma Îsraîlê piştî 45 rojan ji şer û pevçûnan, li ser agirbesteke demkî ya 4 rojan li hev kirin ku 50 Îsraîlî li beramberî 150 jin û zarokên filistînî yên di bin 19 saliyê de  li gor pêşîneyên  hêsîrbûna wan bên berdan. 

 

Serepeyv