Mijdar 20, 2023 09:38 Asia/Tehran
  • Medvedev: Pere û xwîn bingeha ewlehiya Amerîkayê ye

Cîgirê Encûmena Ewlehiya Rûsiyê got: Bingeha ewlehiya Amerîkayê li ser pere û xwînê hatiye danîn.

Dmitrî Medvedev, Cîgirê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyê wek berteka li himberî helwesta Serokkomarê Amerîkayê  derbarê şerê Ukraynê û piştevaniya  wî ya dubare ji cinayetên  Îsraîlê dijî xelkê Xezeyê got:

Wer xûya dike Amerîka bi rijandina pereyan nav artêşa  pêşezaiya xwe ya leşkerî û bi destpêkirina şer li parzemînên din, xwe  ewleh dike.

  Medvedev li ser tora civakî ya Xê nivîsî: Eva bingeh û koka doktrîna ewlehiya Amerîkayê ye.

Cîgirê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyê got: Amerîka di esasê de pere û xwînê wek sermayeguzariyeke  baş  hesab dike.

Amerîka ji destpêka damezrandina rejîma sexte ya Îsraîlî li navçeyê bi hemû hêza xwe piştevaniya kiryar û cinayetên wê li navçeyê kiriye.

Serepeyv