Mijdar 16, 2023 11:42 Asia/Tehran
  • Paşîniyan: Ermenistan bi dû

Serokwezîrê Ermenistanê ji qanûndarêjên welatê xwe ra got: Yêrwan peywendiyên xwe yên ewlehiyê cihêrengtir dike; ji ber ku şirîkên niha hewcetiyên me yên çek û rextên leşkerî dabîn nakin.

Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê Ermenistanê got: Emdivê di warê ewlehiyê da bi dû şirîkên nû bin û em niha vî karî dikin û hewl didin lihevkirinnameyan bigihînin qonaxa dawî û çek û rextên leşkerî bikirrin.

Tevî vê yekê Serokwezîrê Ermenistanê tekez kirku welatê wî naxwaze siyasetên xwe biguherîne û naxwaze ku ji Rêxistina Peymana Ewlehiya Komî derkeve.

Ev di rwşek da ye ku roja Sêşemiyê Paşîniyan di têkiliya telefonî bi Elêksandêr Lokaşênko Serokwezîrê Bêlarûsê ragihand ku nikare beşdarî civîna bê ya Rêxistina Peymana Ewlehiya Komî li Mînskê bibe.

Rêxistina Peymana Ewlehiya Komî ji welatên Rûsya, Qezaqistan, Qirqîzistan, Tacîkistan, Ermenistan û Bêlarûsê pêk hatiye.

Serepeyv