Mijdar 12, 2023 17:18 Asia/Tehran
  • Lehiya xwenîşandana alîgirên Filistînê li Brîtanya, Australya, Tûnis, Çad û Inglîzê

Bi sedan hezar kes ji alîgirên gelê Filistînê di pêncemîn hefteya bidûhev da li kolaanên Londona paytexta Brîtanyayê xwepêşandaneke îtirazî berpa kirin.

Neraziyan roja Şemiyê piştî kombûna li parka herî mezin a Londonê ya bi navê Hayd-Parkê ber bi balyozxaneya Amerîkayê va meşiyan û bi bilindkirina hin dirûşmeyan helwêstên alîgirane yên dewletên rojavayî ji Rejîma Siyonîst û bêdengiya li hemberî komkujiya filistîniyan şermezar kirin û tevî hejandin û bilindkirina alaya Filistînê, hin dirûşme derbarê pêwîstiya pêkanîna agirbesê û rêgirtina li hemberî zêdebûna amara şehîdên filistînî rakirin. Dewleta Brîtanyayê bi behaneya hevdemiya vê xwenîşandanê digel salvegera rêzgirtina li kuştiyên Şerê Cîhanî yê Yekem, xwestibû ku vê meşa nerazîtiyê paşda bavêje. Her wiha bi hezaran welatiyên australyayî bi lidarxistina xwenîşandana dije-siyonîstî, nerazîtiya xwe li hemberî lengeravêtina keştiyeke ayîdî Îsraîlê li perravên bajarê Sîdniyê diyar kirin. Neraziyên alîgirê Filistînê alaya Filistînê bilind kirin.

Di vî halî da, gelê Tûnisê jî roja Şemiyê bi nîşana şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê û ji bo piştevaniya ji xelkê Xezeyê xwepêşandan li dar xistin. Di vê xwepêşaandanê da, êrîşên Artêşa Îsraîlê ser Zîvala Xezeyê nemaze ser nexweşxaneyan hat şermezarkirin. Li welatê Çadê jî kombûneke nerazîtiyê ji aliyê dewleta vî welatî va bi nîşana piştevaniya ji xelkê Xezeyê û şermezarkirina tevkujiyên rejîma dagirker hat lidarxistin. Her wiha xwepêşanderan li Inglîzê jî wek piştevaniya ji Filistînê û nerazîtiya li hemberî şer û êrîşên hovane yên Rejîma Siyonêîst dijî Xezeyê, hin dirûşme bi nîşana hevgirtina digel xelkê Xezeyê bilind kirin.

Serepeyv