Mijdar 03, 2023 16:59 Asia/Tehran
  • Li Keşmîrê nûçegihanê Sahar TV hat desteserkirin

Sabat Muhammed Hesen, nûçegihanê kanala Urdû ya Saharê, dema ku meşa piştgiriya Filistînê rûmal dikir hat girtin.

Misilmanên  Keşmîra Hindistanê ji misilmanên herî çalak  di warê piştgiriya ji cîhana Îslamê bi taybet mijara Filistînê ne. 

 Hema ji i destpêka cinayeta Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezzeyê , xelkê Keşmîrê bi lidarxistina kempêyn û xwenîşandanên piştgiriya ji filistîniyan rabûn ser piyan.

Di van meşan de xelkê Keşmîrê bi bilindkirina alaya Filistînê û şewitandina ala Îsraîlê  hin slogan bona qutkirina têkiliyên bi Îsaîlê re avêtin. 

Nûçegihanê kanala  Urdû ya Seherê ku ji bo amadekirina raporekê  tevlî vê meşê bû  ku aliyê polîsên Hindistanê ve hat girtin. Polîsê Hindistanê hîn ti şiroveyeke nedaye. Hewldanên ji bo azadkirina Sebet Mihemed Hesen berdewam dikin.

 

Serepeyv